Li Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn, Orhan û Berwar konê sersaxî hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîd Tekîn Goyî, Orhan Bingol û Berwar Dersim konê sersaxiyê hat danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandar Berwar Dersim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku di cih û dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê, konê sersaxiyê hat danîn. Gel û endamên saziyên wargehê berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Li konê sersaxiyê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê her sê meclîsên wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen bal kişand bi ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û wiha got: “Em gelê Kurd deyndar û minetdarê van lehengan in ku bi salane li hemberî vê dagirkeriyê li berxwe didin. Îro em dibînin di kesayeta Rêbertiya me de êrîşî hemû gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dikin. Divê em li dijî vê dagirkeriyê derkevin û xwedî li lehengên xwe derkevin.”

Li ser navê hersê malbatên şehîdan pismamê şehîd Tekîn Goyî, Bêwar Unver axivî û got: “Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşîn û têkoşînê geş bikin. Xeta berxwedanê, xeta rûmetê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî avakirin her ku diçe pêşdikeve. Li hemberî wê jî xeta xiyanetê lewaz be jî tê meşandin. Pêwîste em li hemberî vê xeta xiyanetê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û mezin bikin. PKK bi şehîdan mezin bûye û destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Em wek gelê Kurd li hemberî keda wan soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin û soza şopandina xeta wan didîn.”

Merasîm bi dirûşemeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.