Li Mexmûrê ji bo 4’ê Nîsanê pêşangehek hate vekirin

Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî pêşangeheke wêneyan hate vekirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî di bin pêşengtiya Qada Perwerdeyê de bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li salona konferansê bi tevlîbûna gel û xwendekaran pêşengehek wêneyan hate vekirin.

Pêşengeh bi axaftina Mamoste Bêwar Îzer hat vekirin. Ji beriya axaftinê ji bo tevayî şehîdên şoreşa azadiyê de deqîqeyek rêz hat girtin. Mamoste Bêwar Îzer di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gel kir û wiha axivî: “Ji beriya Rêbertî rewşa gelê Kurd di asteke nêzî tunebûnê de bû. Bi derketina Rêbertî re gelê Kurd xwe nas kir. Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e. Wek her salê bi boneya 4’ê Nîsanê pêşengehek bi vî awayî da çêkirin. Rêber Apo bi têkoşîna ku dayî destpêkirin ku hîna jî berdewam e, ji bo tevayî gelê bindest rêyek nû vekir. Em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, li gelê Kurd û li gelê amade pîroz dikin.”

Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona li ser têkoşîn û berxwedana dîroka wargehê hate nîşandan.

Piştre şênî û xwendevanên wargehê ji bo temaşekirina wêne û berhemên din li cihê pêşengehê geriyan.

Di pêşengehê de wêneyên ku bi destê xwendevan û wênevanên wargehê hatîn çêkirin her wiha berhemên ji kaxez, herî û daran hatine çêkirin û wêneyên dîroka wargehê vedibêjin hatine nîşandan.

Pêşengeh wê heta 3’ê Nîsanê danê êvarî vekirî be.