Li Mexmûrê gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber hate bîranîn

Gerîlaya YJA-STAR’ê Mardîn Penaber di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bîranîn.

Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê, gerîlaya YJA-STAR Mardîn Penaber (Beybûn Kara) ku di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê li gel 4 rêhevalên xwe di encama êrişên çekên kîmyayî de şehid bûbûn, di salvegera yekemîn a şahadeta xwe de  hat bîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê, bavê şehîd, Cemîl Kara axivî û xêrhatina gelê amade kir û got: “We em di rojek wisa de tenê nehiştin, em ji ber vê spasiya we tevan dikin. Şehîd ne şehîdê min e, şehîdê we tevan e. Em wek malbat ji ber keça xwe serbilind in. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Serê Rêber Apo, gelê Kurd û bi taybet jî serê gelê wargehê sax be.”

Piştî wî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî axivî û wê jî anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan tê wateya xwedîderketina li Rêber Apo û got “Serê gelê Kurd sax be. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Serê gelê wargehê û serê hevrêyê wê yên ku niha li çeperan şer dikin, sax be.”

Bernameya bîranînê bi temaşekirina sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Mardîn Penaber domiya.

Piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.