Li Mexmûrê coşa 4'ê Nîsanê

Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.

Şahî li navenda Çand û Hunerêya Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistan destpkir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdeveka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de 74. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em wek Qada Perwerdê spasiya hemû kesên ku di vê mihrîcanê de ked dayîn dikin. Em vê mihrîcanê diyarî gerîlayên serê çiyan yên ku li beramber dagirkeriyê li berxwe didin, ji bo malbatên şehîdan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanan de li berxwedidin dikin. Em gelek keyfxweşin û dibêjin wê ti kesek nikaribe roja me tarî bike. Emê xwe li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad jiyan bikin. Em soz didin heta dawiyê emê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”

Piştî axaftina vekirinê, bernemeya şehiyê bi koro ya dibistana dayîkê destpê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn, xwedevanên dibistana Hêvî bi stiran û dîlana xwe reng da şahiyê. Piştî wan koma dengbêjan a dibistana Amadeyî stiranên xwe pêşkêşkirin.