Li Mexmûrê 4 gerîlayên di salên 1995 û 2014’an de şehîd ketine hatin bîranîn

Li Mexmûrê gerîlaya bi navê Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) a ku di sala 1995’an de li Kampa Etrûşê ji aliyê PDK’ê de hatibû şehîdxistin û sê gerîlayên di sala 2014’an de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) ya ku di sala 1995’an de li wargeha Etrûşê, ji aliyê PDK’ê ve hatibû şehîdxistin û gerîlayên HPG û YJA Starê Şehîd Avesta, Şehîd Siyabend Zap û Şehîd Diyar yên ku di sala 2014’an de di êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan û Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan hat organîzekirin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Botî axivî.

Bêrîvan Botî di destpêka axaftina xwe hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê di kesayetiya her çar şehîdan de bi bîr anî û wiha got: “PDK di xiyaneta xwe de israr dike. Dibe ku nav, cih û cilên desthilatdariyê cuda be, lê armanca wan têkbirina xeta azadiyê ye. Şehîd Avesta, Siyabend û Diyar ji bo parastiya wargehê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bibûn. Armanca heval Jiyan jî li Etrûşê heman tişt bû ku dixwest wargehê li hember êrişên ji derve biparêze. Bi dehan xelkê wargehê di pêvajoya penabertiyê de ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. PDK niha jî li çiyayên Kurdistanê heman xayîntiyê dike. Pêwîst e li hemberî xwefiroş û xayînan helwesta me gelê Kurd zelal be, da ku em bikaribin bigihêjin armanca xwe.”

Piştî axaftina Bêrîvan Botî, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Jiyan Sîvas hate temaşekirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.