Li Mexmûr û Hewlêrê grevên birçîbûnê didomin

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda Îmralî yên li Hewlêr û Mexmûrê didomin. Rewşa tenduristiyê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz her diçe giran dibe.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmralî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 52’an de didome.

Greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 20’an ve hate dewrgirtin. Koma 20’an ji 9 zilam û 11 jinan pêk tê.

Ji çalakgeran Îhsan Çelî wiha got; “Divê gelê Kurd li dijî tecrîdê dengê xwe hê bêhtir bilind bike. Divê em li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji bo azadiya gelê Kurd berxwedaneke mezin pêwîst e. Li dijî tecrîdê jî divê em li her qadê li ber xwe bidin. Divê CPT demildest bi erka xwe rabe û li dijî tecrîdê bikeve nava tevgerê.”

Li aliyê din çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok di roja 17’an de didome.

HEWLÊR

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 77’an de ye. Nûnerên partiyan û gel serdana çalakiyê kirin û çalakî ji aliyê koma 39’an ve hate dewrgirtin.

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku 77 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Yagiz ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomine.

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hesen Êrîş di merasîma dewrgirtinê de axivî. Erîş Leyla Guven silav kir û got; “Beriya ku rewşa tenduristiya çalakgeran giran bibe divê em bikevin nava tevgerê. Ji bo çalakger şehîd nekevin divê dawî li tecrîdê were.”

Bavê Başûr Soran ê li Efrînê şehîd bûbû, Mam Hadî jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.