Li Metînayê ji 2 milan ve çalakî hate kirin: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayan li Girê Koordîne ya Metînayê ji 2 milan ve li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û pergaleke kamerayê ya mobesseyê jî hate îmhakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Di 22’ê Tîrmehê de saet di 02.30’an de gerîlayan bi hemwext li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du milan ve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka gerîlatiya dema nû hate kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek hate birîndarkirin û pergala kameraya mobessa ya li gir jî hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de, li herêma Avaşînê;

Di 22’ê Tîrmehê de saet di 07.00 û 07.30’an de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Girê Sor bikin. Hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran dan. Dagirker neçar man ku qedemeyekê vekişin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanwerî ya ku hêzên me yên gerîlayan li herêma Avaşînê di tunelên şer de, nikarea encamekê bistîne û bi metodên şerê qirêj sûcê şer dike. Herî dawîn jî dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana li Werxelê gavek jî neavêt, bi metodên taybet li hemberî tunelên şer gaza kîmyewî bi kar tîne.

Di 21’ê Tîrmehê de saet di navbera 21.30 û 01.30’an de dora gundên Dêşîşê û Serarû ya Kanîmasiya Amêdiyê û qada Kela Qumriyê bi helîkopterên şer hate bomberdûmankirin.

Ji 17’ê Tîrmehê saet 07.30’an heta 21’ê Tîrmehê saet 20.00’an artêşa Tirk ji qereqolên li ser sînor bi obusan qadên Werxelê, Tabûra Ereba û Geliyê Avaşîn ên li Avaşînê bomberdûman kiriye. Şewata ji ber bomberdûmanê hê jî didome.

Di 22’ê Tîrmehê de saet di 09.10’an de qada Çemço ya herêma Zapê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 22’ê Tîrmehê de saet di navbera 08.50 û 09.00’an de dora bajaroka Çemankê ya Duhokê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”