Li Metîna û Heftanînê liv û tevgera PDK'ê û dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên leşkerî li baregeha li Kanî Masiyê zêde dike. Bi taybetî van 15 rojên dawî bi rêya helîkopteran hêzên nû li baregeha navborî bi cih dike.

Piştî provokasyonên PDK'ê yên li herêmê, dewleta Tirk a dagirker tevgera xwe ya bejahî û asmanî zêde kiriye. Bi taybet tevgera helîkopteran her şev li ser heremên Metîna û Heftanîn didome. Dîsa dema ku tevgera PDK’ê ya çekdarî li heremê zêde dibe balafirên keşfê yên dewleta Tirk bêrawestan li ser heremê difirin. Her wiha çekdarên PDK'ê xalên kontrolê yên demkî li heremên navçeya Kanî Masî, Batûfa û Derkarê bi cih dikin.

Li aliyekî din artêşa dewleta Tirk a dagirker hemû hêzên xwe yên li herêma Heftanînê ku li giran bi cih bûne xistiye dewrê û armanc dike ku di demeke kin de hemû xalên xwe bi dîwarên bilind saxlem bike, her wiha ji ber çalakiyên gerîla yên bi bandor sîstema xwe ya parastinê a bin erd pêk tîne.

'NE LI DIJÎ GERÎLA, LÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK ŞER BIKIN'

Xelkê herêma Berwariyê ji ajansa me re nêrînên xwe yên derbarê van tevgeran de anîn ziman. 

Ji şêniyên herêmê, kesê bi navê M.K. ku ji gundekî herêma Berwariyê ye wiha got: "Her şev li ser herêma me tevgera dewleta Tirk a hewayî pêk tê. Bi zanebûn herêmên me bombebaran dikin. Ew bi hinceta hebûna gerîlayên PKK êrîşên xwe pêk tînin. Lê li herêma me çi tevgereke gerîlayan nîne. Tevgera gerîla li serê çiyayan e. Êrîşa li ser gundên heremê bi zanebûn e û perçeyekî pilana dagirkeriyê ye."

M.K. derbarê tevgera PDK’ê ya çekdarî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em berê bi serbilindî nêzî pêşmerge dibûn. Lê mixabin rastî û naveroka pêşmergetiyê hatiye guhertin. Dem bi dem tevgerên xwe yên çekdarî li herêmê pêk tînin. Berê wisa nebû. Mirov dizane ku ev ne pêşmerge ne, hêzeke cuda ne. Lê ji bo ku xwe bi gelê herêmê bidin qebûlkirin navê pêşmergetiyê kar tînin. Heger ev hewildanekî provaksyonê be, em şerê di nav Kurdan de rexne dikin û qebûl nakin. Heger bixwazin şer bikin bila li kêleka gerîla şerê dagirkeriyê bikin."

'BILA PDK XWE VEKIŞÎNE'

Ji şêniyên herêmê kesê bi navê S.K. jî ku ji herêma Berwariye ye, wiha qala mijarê kir: "Bi her êrîşeke ku pêk tê armanc dikin me bitirsînin û me ji herêmê dûr bixin. Lê em axa xwe bernadin. Ev tevgera hemwext a dewleta Tirk û PDK’ê zirarê dide têkoşîn û destketiyên gelê Kurd. Em bang li PDK’ê dikin ku gav paş de bavêjê. Heger şerekî di nav Kurdan de rû bide em PDK’ê berpirsyar dibînin. Pêşmerge jî, gerîla jî zarokên me ne. Tişta diqewime jî pilanekî dewleta Tirk a berferih e, divê herkes vê rastiyê bizane."