Li Metîna liv û tevgera PDK’ê

Hêzên çekdar ên PDK'ê ji bo kontrolkirina herêma Kela Qûmriyê ya li ser xeta Qeşûra ya Metîna, bi çekên giran hêz kom dikin.

Li herêma Metîna ya Herêmên Parastina Medyayê, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hejmareke zêde wesayîtên zirxî û ambûlansan sewq dike. Hate diyarkirin ku amadekarî ji bo kontrolkirina hin herêmên di navbera Kela Qûmriyê û Qaşûra de ye.

Hêzên PDK'ê beriya niha jî hewl dabûn hin bend nêzî Qûmriyê yên li ser xeta Qeşûra ku gerîlayên HPG'ê par berxwedaneke bi heybet li dijî dewleta Tirk nîşan dabûn, bi dest bixin.  

Hate zanîn ku PDK’ê beriya niha bi armanca tengkirina qadên ku gerîlayên HPG’ê ji bo piştgiriya artêşa Tirk bikar tînin, weke bûyera Zînê Wertê û Xelîfan a ku bû sedema şehîdbûna gerîlayan, hin provokasyon pêş xistibûn.

PDK'ê beriya niha jî xwestibû herêmên gerîlayên HPG'ê ji bo piştgiriya artêşa Tirk li vê herêmê bi kar tînin teng bike. Tê zanîn ku weke bûyera Zînê Wertê û Xelîfan ku bû sedema şehadeta gerîlayan hin provokasyon pêş xistin.

Hêzên HPG'ê ji ber helwesta xwe ya yekitiya neteweyî, di navbera Kurdan de ji pevçûneke kûr dûr ketin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya Newrozê li navçeya Kanîmasî civînek hatiye lidarxistin û di wê civînê de biryar hatiye girtin ku hêz veguhîzîne herêmê.