Li Merîwanê 7 çalakvanên xwestin agir vemirînin, birîndar bûn

7 çalakvanên Kurd ku dixwestin li bajarê Merîwanê yê Rojhilat agir vemirînin, di encama teqîna mayînê de bi giranî birîndar bûn.

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilat 7 çalakvanên Kurd ên ku dixwestin agir vemirînin, di encama teqîna mayînê de bi giranî birîndar bûn.

Hate diyarkirin Mûxafizên Şoreşê agir bi herêmê xistine û tê diyarkirin bi rojan e şewat didome. Dema Barzan Piruzi, Madeh Nikpey, Burhan Makki, Aram Keyvan, Sivan Nikpey û  du kesên ku navê wan nehate tespîtkirin, xwestin biçin şewata li herêma Kanîya Mîran vemirînin, di encama teqîna mayînê de birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Merîwanê û hate diyarkirin rewşa wan giran e.