Li Mêrdînê protestoyên dagirkeriyê di roja 9’an de ye

Li Mêrdînê protestoyên li hemberî dagirkeriya qeyyûm di roja 9’an de ye.

Li Mêrdinê çalakiya li dijî tayînkirina qeyyûman di roja 9'an de bi rûniştinê û daxuyaniyê berdewam kir. Koma ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li Parka Karayollari kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Dema parlamenter kom bûn, polîs hatin qadê û koma HDP'ê dorpêç kirin. Koma HDP'ê ya parlamenter jî di nav de di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Koma HDP'ê nêzî saetekê li parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

NEHIŞTIN ROJNAMEGER KARÊ XWE BIKIN

Dema rojnamegeran xwest daxuyaniya HDP'ê bişopînin dîsa rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin û rojnameger ji parkê dûr xistin. Li ser vê yekê parlamenteran bi xwe rojnamegeriya xwe kirin û daxuyaniya xwe li ser medya civakî parvekirin. Parlamenteran li ser medya civakî weşana zindî kirin. Polîsan heta dawî destûr nedan ku rojnameger li qadê nûçe bişopînin.

'BIRYARA WALÎ NE QANÛN E'

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, bertek nîşanî qedexeya çalakiyê û astengiyên li ser rojnamegeran da û wiha got: “Hûn nikarin fermana walî wekî qanûn bi me bidin qebûlkirin. Gel ji ber ku vîna wan hatiye desteserkirin li vir in û çalakiyan li dar dixin. Lê me dorpêç dikin û destûr nadin ku kes bigêjin me. Ji bo em li sindoq û demokrasiyê xwedî derkevin me destûr ji tu kesî negirtiye. Em ê mafê xwe yê demokrasiyê biparêzin. Hûn nikarin biryara walî wekî qanûn bidin pêş me. Hûn nikarin mafê gel ê ragihandinê asteng bikin û mafê rojnamegeran ên agahdarkirinê asteng bikin. Ev sûcê qanûnî ye.”

Komê piştî daxuyanî da, derbasî avahiya HDP'ê ya Mêrdînê bûn.