Milîsên KBDH'ê li Bûrsayê agir berdan du febrîqe û wesayitekê

Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ragihandin ku li dijî tecrîdê û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li Bûrsayê agir berdane du febrîqe û wesayiteke luks.

ÇALAKIYÊN MILÎSÊN KBDH'Ê

Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ragihandin ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û bîranîna şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li Bûrsayê agir berdan 'cihên faşîstan'.

Li gorî daxuyaniyê, 4'ê Cotmehê li kolana Çîgdem Sokak a li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya Demîrtaş a li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê beşa qumaş a febrîqeya tekstîlê ya ENA'yê hate şewitandin, di encamê de depo û hin beşên febrîqeyê zerareke mezin dîtin.

Hate ragihandin ku 28'êr Îlonê li taxa Sakarya ya navçeya Osmaniyê wesayiteke luks a 'faşîstekî' hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 28'ê Îlonê li taxa Altinova ya navçeya Osmangazî ya Bûrsayê febrîqeya Palet hate şewitandin.