Li Mêrdînê gund bi tangan hatin dorpêç kirin

Artêşa Tirk a ku li bejahiya Mêrdînê amadekariya operasyonê dike, bi tangan gundên girêdayî Nisêbin û Mahsertê dorpêç kirin.

Artêşa Tirk rêyên gundên Nisêbînê yên Omeriyan yên di navbera navçeyên Nisêbînê û Qoserê yên Mêrdînê de birî.

Berê sibehê tang li ser hemû rêyan hatin danîn û gund hatin dorpêçkirin. Jêderkên xwecih dibêjin ku artêşa Tirk xwe kar dike ku li herêmê operasyonan bike.

Mirov û wesayitên ku di rêyên gundan de diçin û tên, têne kontrolkriin. Dîsa li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine standin bi dehan leşkerên li bejahiya Omeriya keşfê dikin û di kemînê de ne.