Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Li Mêrdînê 3 kesên ku cezayê girtîgehê li wan hate birîn, piştî ku ceza hate erêkirin, hatin girtin.
Li Mêrdînê 3 kesên ku cezayê girtîgehê li wan hate birîn, piştî ku ceza hate erêkirin, hatin girtin.
Mevlude Okemn, Nacî Arslan û Davût Tekîn sala 2016'an di dema berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatibûn girtin û piştre bêyî girtî bimînin hatin darizandin. Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li her yekî hate birîn û Dadgeha Bilind ceza erê kir. Hersê kes piştre hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.