Li Mehabadê 70 santîmetreyan berf ketiye

Rêvebirê Rê û Veguhestinê yê Mehabadê ragihand ku berfê ji serê sibê ve dest pê kiriye û a niha li seranserî herêmê berf dibare.

Rêvebirê Rê û Veguhestinê yê Mehabadê Kerîm Ebdulahpûrî ragihand ku li hêrêmê bênavber berf dibare.

Kerîm Ebdulahpûrî diyar kir, bilindahiya berfê di Dola Zemzîran de li ser rêya çiyayî ya Mehabad-Serdeştê gihiştiye 70 santîmetreyan.

Dezgeha hewayê ya Îranê duh hişyarî dabû ku ji ber berdewamiya baranê, lehî û ji ber berfê di çûn û hatinê de ew ê astengî çêbibin. Dezgehê ji xelkê daxwaz kiribû ji bo pêşiya metirsiyan bigirin divê tedbîrên pêwîst werbigirin.