Li Mahsert û Bagokê êrîşa leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker li Mahsert û Bagokê dest bi êrîşa leşkerî kir. Hate hînbûn ku leşkerên Tirk li herêma çiyayî kozik danîne.

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û li herêmên Mahsertê ên di navbera navçeyên Midyat, Mahsert, Artûklû û Nisêbînê de ne, êrîşek li dar xist.

Di çarçoveya êrîşê de sewqiyata leşkerî bo her du herêman hat kirin. Li herêmê tevî yekîneyên artêşa Tirk, wesayîtên zirxî jî hatin bicihkirin.

Hate hînbûn ku li vê herêmê cih bi cih tevgera hewayî didome. Her wiha leşkerên Tirk li herêmên çiyayî yên nêzî gundê Marîne (Eskihisar) kozik danîne.