Li Licê û Pasûrê ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin

Li 17 tax û gundikên Licê û Pasûrê yên Amedê ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin. Li herêmê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.

Li 17 tax û gundikên Licê û Pasûrê yên Amedê vê sibehê saet di 06.00’an de ‘qedexeya derketina derve’ hate îlakirin. Li tax û gundikên Çirali, Kiyikoy, Dallica, Kûtlû, Oyûklû û Turelî yên Licê û li tax û gundikên Karagac, Kamişli, Çûkûrca, Demîrlî, Bayirkoy, Bagcilar, Akbûlak, Duzce, Temren, Ûygûr û Taşkopru yên Pasûra Amedê ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin.

Beriya ragihandina ‘qedexeya derketina derve’ bi tevlêbûna yekîneyên taybet, operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.