Li Licê û Hênê kontrola GBT'ê ya 471 gundiyan kirin

Li Licê û Hênê bi ser malan de girtin, kontrola GBT'ê ya 471 kesî kirin.

Li gundên herêma di navbera navçeyên Licê û Hênê de eskeran bi ser malan de girt û nasnameyên 471 kesî kontrol kirin.
   
Eskerên yekîneyên taybet û cerdevanan di 29’ê Tîrmehê de li gundên herêma di navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê operasyona eskerî dabûn destpêkirin. Diyar bû ku operasyon bi şev temam bûye. Esker û cerdevanan avêtin ser gelek malan û  li malan geriyan. Hat ragihandin ku di têketin û derketina gundan de nasnameya 471 welatî kontrol kirine. 
 
Diyar bû ku yekîneyên eskeriyê li herêmê şikeftek xwezayî jî rûxandine.