"Qedexeya derketina derve" ya li 12 gundên Hezro û Licê dewam dike. Îro jî li 18 gundên din ên Licê derketina derve hat qedexekirin. Li gorî agahiyan, hêzên dewleta Tirk bombeyan li bejahiya gundê Bayirli yê Licê dibarînin.
Gundên Licê yên derketina derve li wan hatiye qedexekirin, ev in: Ortulu, Tûzlakoy, Hedîk, Kiralan, Yamaçli, Dernek, Saydamli, Bayirli (Mêrgê), Yalimli, Akçabûdak, Kiliçli, Ûlûcak, Yorûlmaz, Baharlar, Yaprakkoy, Yunluce, Guldîken û Ûçdamlar.
BOMBE LI BEJAHIYA LICÊ TÊN BARANDIN
Yek ji van gundên derketina derve lê hatiye qedexekirin Mêrgê ye. Li vî gundî leşkerên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirin. Bi helîkopterên Skorsky û maşînên zirxî leşker li herêmê hatin bicihkirin. Ji herêmê dengê çekan tê.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku bi helîkopteran bombe li gelî û bejahiya herêmê tên barandin û bi hezaran leşker û polîsên tîmên taybet derketine operasyonê.