Li Licê, Hezro û Karazê 7 kes hatin destgîrkirin

Piştî ku li 23 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê derketina derve hate qedexekirin, leşkerên Tirk avêtin ser 11 malan. Yek jê zarok 7 kes destgîr kirin.

Li 23 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê doh danê sibê saet 6'an derketina derve hatibû qedexekirin û doh bi şev qediya bû.

Li dû qedexeyê, hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser 11 malan. Li gundê Çîftlîbahçeyê yê navçeya Hezroyê di serdegirtina malan de ji malbatekê Hasan Tekîn û kurê wî Yahya Tekîn, Mulkiye Tekîn, Rûkiye û Fevziye Tekîn hatin destgîrkirin. Hate ragihandin, Mulkiye Tekîn tevî keça xwe ya 2 salî Roza Tekîn hatiye destgîrkirin.