Li Lice, Hênê û Karazê qedexeya derketina derve
Dewleta Tirk a dagirker, li 10 tax û gundikên girêdayî navçeyên Lice, Hênê û Karazê derketina derve qedexe kir.
Dewleta Tirk a dagirker, li 10 tax û gundikên girêdayî navçeyên Lice, Hênê û Karazê derketina derve qedexe kir.
Li 10 gund û gundikên navçeyên Licê, Hênê û Karazê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya derketina derve ya li navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê vê sibehê saet di 06.00'an û pêde hat ragihandin. Walîtiya Amedê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li gorî hêjmara 5442'an a a Zagona Îdareya Bajaran li 10 gund û mezrayên navçeyên Licê, Hênê u Karazê qedexe hatiye îlankirin.
Hat diyar kirin ku beriya qedexe bê ragihandin, artêşa Tirk xwe ji bo operasyoneke leşkerî amade dike.