Li Licê daristan hate şewitandin

Li nêzî gundê Yolçati yê Licê, agir bi daristanê hate xistin.

"Qedexeya derketina derve" ku li 27 gundên navçeya Licê ya Amedê hatibû ragihandin, du êvarê saet di 18:00 de hate rakirin. Rêyên van gundên "qedexe" ku timî operasyon lê tên kirin, bi xendek û keviran hatin girtin. Gundiyan dan xuyakirin, ku qedexe wê piştî cejnê careke din bê ragihandin û nerazîbûn nîşan dan.

Gundiyan her wiha ragihandin, di dema qedexeyê de hêzên çekdar ên dewletê avêtine ser gelek malan, bi dehan welatî binçav kirine û herî dawî daristana li gundê Yolçati yê Licê hatiye şewitandin.

Gundiyan gotin, ji ber şewata ku nîv saetê dewam kir gelek daristan şewitîn û bi saya baranê agir vemirî ye. Gundiyan diyar kirin, her sal di vê demê de ew dikevin nava tirs û fikara şewata daristanê.