Li Licê bermayekî leşkerî teqiya: Kesek birîndar bû
Li navçeya Licê ya Amedê bermahiyeke leşkerî teqiya, şivanê bi navê Mehmet Yildiz birîndar bû.
Li navçeya Licê ya Amedê bermahiyeke leşkerî teqiya, şivanê bi navê Mehmet Yildiz birîndar bû.
Li gundê Zerê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê Mehmet Yildiz (23) ê şivaniyê dikir bermahiyeke leşkerî li erdê dît û pêde teqiya. Yildiz birîndar bû destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û piştre jî sewqî navenda Amedê kirin.
Di teqînê de 3 sewalên Yildiz jî mirin û 10 heb jî birîndar bûn.