Li Kurêjahro 2 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên dixwestin li herêma Kurêjahro ya navçeya Şêladizê ya dibin kontrola PDK’ê de bi cih bibin, sabotajek li dar xistin. Di encama sabotajê de 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, niha jî dixwaze li navçeya Şêladize ya di bin kontrola PDK’ê de li herêma Kurêjahro bi cih bibe.

Artêşa Tirk a dagirker dema dixwastin bi peyatî li girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin, ji aliyê HPG’ê ve bi taktîka sabotajê hate lêdan. 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Kurêjahro ya girêdayî navçeya Şêladizeyê didome.