Li Kurdistanê xeml û xweşiya biharê

Kurdistan ku dergûşa şaristaniyê ye, bi biharê re xemilî. Bi xemla xwe ya rengîn û ava xwe ya zelal her kesî dike heyranê xwe.

Ji Gelê Zîlan ê Erdîşê heta Çemê Bendîmahî yê Mûradiyeyê, ji wir jî heta Çiyayê Sumbulê yê Colemêrgê, xwezaya Kurdistanê bi biharê re xemiliye. Çiya, dest û newalên ku bi zivistanê ji berfê spî dibin, bi biharê re bi kulîlkên rengîn xemilîne.

Xwezaya Wan û Colemêrgê piştî zivistana dirêj û dijwar bi biharê re şîn bûye. Xwezaya Kurdistanê ku bi hezaran sal in bi heman rengî bedew e, li gel şer û komkujiyên li ser tê kirin hîn jî hêviya mirovahiyê ye.