Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li Elmanyayê dewam dikin -NÛ BÛ

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Frankfûrt, Dortmûnd û Kolnê yên Elmanyayê dewam dikin.

20’ê Hezîranê Sêşemê li Kolnê ya Elmanya nobeta kon hate hatibû destpêkirin, nobeta kon Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duren û Bergeheîmê dewr girt.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê pêk hat, li gel pankart û afîşan rojnameya erdê jî hate amadekirin. Di rojnameyê de ku li ser kaxezên A3 hatibû nivîsîn, behsa tecrîd, îzolasyon û êşkenceya li Ocalan a li Imraliyê hate vegotin.
Di pankartê de ku wêneyê Ocalan li ser hebû bi Elmanî ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşîtî’ hate nivîsîn. Di çalakiyê de danezaneke ku pêvajoya Ocalan ya li Imraliyê vedigot hate xwendin.  Çalakî wê heta Şemiyê bidome. Çalakî di navbera 16.00-19.00’an de ye.

Heta roja Şemiyê saziyên ku wê çalakiyê dewr bigirin:

Perşem: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Leverkusenê û Navenda Giştî ya FEDA’yê.

În: NCKD Aaschenê.

Şemî: NCKD yên Kolnê û derdorê.

FRANKFURT

Kurdistaniyên li Frankfurt û derdorê  ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan li Meydana Haupwachê çalakiya 3 rojan a kon dane destpêkirin.
NCKD ya Frankfurt, Maînzê û Meclîsên Jinan bi hevkarî çalakî organîze kirin. Bi standa li ber Haupwache Prîmakê hate danîn, saet 16.00-19.00’an wê agahdarî were kirin û sîstema Imraliyê were destnîşankirin.
Di çalakiye de pankarta ji Ocalan re azadî hate vekirin. Bi sedan belavok hatin belavkirin. Li standê postorê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin, polîsan dest li ser poster danî.

Çalakî sibe jî berdewam dike.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, çalakiya ku di 19'ê Hezîranê de ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja sêyemîn de ye.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Azadiya Ocalan azadiya me ye", "Azadî ji Serok Apo re" hatin vekirin û bi hezaran belavok hatin belavkirin.

Çalakî wê heta 24'ê Hezîranê dewam bike û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bang li hemû Kurdistanî, şoreşger û alîgirên demokrasiyê kir, ku xwedî li Ocalan derkevin û li dora paradîgmaya wî li hev bicivin.