Li Kirmanşanê gel li dijî hejariyê li ser piyan e

Li Îranê çalakiyên ku li dijî hejarî û polîtîkayên rejîmê duh li Meşhedê dest pê kirî berdewam dikin. Li Kirmanşanê ya Rojhilat jî welatî derketin û gotin, ‘’Dev ji Sûriyê biqere, li halê me binere’ û meşiyan.

Li Îranê di serî de li Meşhedê li gelek bajaran duh li dijî hejariyê çelakiyan dest pê kir, çalakiyan îro jî berdewam kir. Duh piştî çalakiyan ji bo 18 bajaran bang hatibû kirin ku gel derkeve kolanan.

Yek li bajarê ku bang lê  hatî kirin jî Kirmanşan a Rojhilat bû. Li Kirmanşanê gelek welatî saet 08.00’an li Meydana Azadî hatin cem hev.

Welatiyan tim gotin, ‘’Dev ji Sûriyê biqere, li halê me binere’, ‘’Ji dîktatoriyê re mirin’, ‘Gel parsekiyê dike, molla dibêjin, ‘em Êzda ne’. Çalakî berdewam dike.

Her wiha diyar bû ku li paytexta Îranê Tehranê tevdîrên astengên hatine zêdekirin, li gelek bajaran astengiyên wiha hatine danîn. Her wiha li bajarê Xurmabad a Lorîstanê gel derkete kolanan.

Her wiha di çalakiyên duh de li Meşhedê gelek kes hatin binçavkirin. Serokê Dadgehê yê Meşhedê Hasan Heyderî got 52 kes hatine binçavkirin.