Li Kifrê gule li çalakgeran hate reşandin

Li bajarokê Kİfrê yê bajarê Kelarê, gule li xwepêşandêran hate reşandin.

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî dewam dikin. Li Kifrê, xwepêşandêran piştî ku alên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Yekîtî Niştimanî Kurdistan danîn, ber bi avahiya PDK'ê ve meşiyan.

Lê belê hêzên asayîşê gule li xwepêşandêran reşandin.

Wekî din, avahiya navendî ya Eniya Tirkmen a li vê navçeyê jî ji aliyê çalakgeran ve hate şewitandin.