Li Kerkukê teqîn: 6 kes birîndar bûn
Li Kerkukê erebeyeke bombe barkirî teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn
Li Kerkukê erebeyeke bombe barkirî teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn
Li gorî agahiyên ji herêmê hatî bidestxistin teqîn li Taxa Hay Tenekê pêk hatiye.
Berdevkê ewlehiya Kerkukê Efrasyaw Kamil, ji ROJnewsê re axivî û da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê 6 kes birîndar bûne.
Hate ragihandin ku di derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
11’ê Cotmehê, li navçeya Daqûq a Kerkukê li dijî milîsên Haşdî Şebî êrîşek bi seyareya bombe barkirî pêk hatibû û 2 milîs miribûn. Heman rojê li dijî mala Îdrîs Hacî yê yek ji rêveberên YNK’ê hatibû kirin. Di vê êrîşê de kes nemiribû lê belê xisareke mezan a madî pêk hatibû.
Dîsa 11’ê Cotmehê li ser riya Kerkuk û Bexdayê, li nêzî depoya tekerlekan derdorê saet 08.00’î teqînek pêk hatibû. Çavkaniyên ewlehiyê ragihandibû ku di vê teqînê de kesek miriye, 4 kes jî birîndar bûne.