Li Kerkûkê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin

Yekîneya Îstixbareta Iraqê ragihand ku di operasyonekî taybet li gel hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê de 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin ku yek ji wan şerçeteyekî DAÎŞ’ê ye.

Di daxuyaniya yekîneya îstixbareta Iraqê de hate gotin; “Di encama operasyonekî hevbeş ya li gel hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê de li bajarokê Hewîce ya girêdayî Kerkûkê de 3 êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Di operasyonê de 5 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî hate girtin. Yek ji çeteyên hatine kuştin serçeteyê binavê Ebû Bera ye.Di encama operasyonê de gelek çek, teqemenî û bombeyên amadekirî yên çeteyan hatin desteserkirin .”