Li Kerkûkê operasyona li dijî DAIŞ'ê: 30 kes hatin binçavkirin

Hêzên Ewlekariyê yên Kerkûkê, di operasyona dijî DAIŞ'ê de 30 kes binçav kirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Kerkûkê duh bi şev dest bi operasyonê kirin û 30 kes bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene, binçav kirin. Hêzên ewlekariyê duh bi şev saet di 02:00 de derketina derve qedexe kirin û li 20 taxên bajêr 30 kes bi îdîaya têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re heye binçav kirin.

Berpirsyarê ewlekariyê yê Kerkûkê Xebat Omer anî ziman, operasyon li dijî 'hucreyên razayî' yên DAIŞ'ê ye û bi giştî 39 kes hatin binçavkirin, 9 jê di demeke kurt de hatine berdan.

Hat ragihandin, operasyona beriya cejnê hate kirin, ji bo pêşî li êrîşên gengaz ên DAIŞ'ê were girtin, hatiye kirin.

Çend roj berê, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê, berî bigihêje  hedefa xwe ya li Kerkûkê hatibû îmhakirin.