Li Kerkûkê li pey hev teqîn çêbûn

Li Kerkûkê li pey hev 3 teqîn çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînan de 16 kes birîndar bûne.

Li bajarê Kerkuk yê Başûrê Kurdistanê li pey hev 3 teqîn çêbûn. Teqîn li cadeya Kerkuk Atlas, bazara Mezathane û li derdora pira Reşîd pêk hatin.

Li gorî agahiyên ji çapemeniya xwecihî hatine girtin teqînek bi rêya bombeya deng her du yên din jî teqemeniya berê hatibû bicih kirin pêk hatine.

Têkildarî teqînan heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn lê tê diyar kirin ku di teqînan de 16 kes birîndar bûne.

Heta niha tu rêxistinekê teqîn li xwe negirtiye.