Li Kerkûkê ji bo Newşîrwan Mistefa çalakiya bîranînê

Li Kerkûkê ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa yê ku roja Înê jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

 Li Kerkûkê ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ku di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî çalakiya bibîranînê ya ku li Navenda Çandê a Endîşayê bûn ya ku ji aliyê Endamên Tevgera Goran, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve hatî lidarxistin.

Di çalakiyê de têkoşîna jiyana Newşîrwan Mistefa hat vegotin; kesên tevlî çalakiyê bûn qala bîranînên xwe yên bi Mistefa re kirin. Li aliyê din qala pêşmergetiya Mistefa û têkoşîna wî ya ji bo Başûrê Kurdistanê û avakirina Tevgera Goran û avakirina çandeke hemdem a siyasî hate kirin ya ku wî dixwest li Başûrê Kurdistanê pêk were.

Çalakiya bîranînê bi gotûbeja li ser tevkariya wî ya li wêjeya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.