Li Kerkûkê ji bo Mistefa 2 rojan şîn hate danîn

Li Kerkûkê ji bo Newşîrvan Mistefa 2 rojan şîn hate danîn.

Ji ber wefata Lîderê Goran Newşîrvan Mistefa li Kerkûkê ji bo 2 rojan şîn hate danîn.

Mistefa 19'ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabû. Bi biryara Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî li nav sînorên Kerkûkê ala heta nîvî hatin daxistin.

Beriya niha jî li Silêmanî, Helepce û herêmên Germiyanê (Li deverên ku YNK û Goran serwer in) ji bo 3 rojan şîn hatibû danîn.

Tevgera Goran, ji bo ku ji bo wefata Newşîrvan Mistefa li tevahiya Herêma Kurdistanê şîn nehatiye danîn helwestê nîşan dide.

Endamên Goran li ser hesabên xwe yên medya civakî bi bîr dixin ku 26'ê Tîrmeha 2011'an ji bo mirina dayika Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li tevahiya herêmê 3 rojan şîn hatiye danîn û ji bo ku ji bo Mistefa şîn nayê danîn hewlesta xwe nîşan didin.