Li Kerkûkê ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê pêşangehek hat vekirin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê û bi taybetî nîşandayina êşa hatî kişandin pêşangehek a wêneyan hat vekirin.

Îro 14’ê Nîsan bi boneya salvegera pêvajoya qirkirinê ya bi navê Enfalê, li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna bi dehan hunermendên şêwekar pêşangehek a wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de bi dehan tabloyên taybet ji bo nîşandayina êş û azara bûyerên Enfalê hatin nîşandan.

Pêşangeh ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê hatibû organîzkirin. Di pêşangehê de 50 tablo ku ji aliyê 30 hunermendên şêwekar ve hatibûn amadekirin hatin nîşan dan.

Yak ji wan kesên ku serdana pêşangehê kirî Şadiye Îsmaîl e; Şadiye bi xwe yek ji wan kesên ku ji Enfalê filitî bûyî ye û weke Êwe tê naskirin. Ev nave ji dema ku malbata wê di pêvajoya jenosîda gelê Kurd de siwarî wesayîta leşkerî bi navê Êwe kiribûn û bi wê wana veguhastibûn kampa taybet a komkujiyê. Êwe di nav wê wesayîta leşkerî de jidayik dibe, lewre bi navê Êwe bang li wê tê kirin.

‘DI DEMA ENFALÊ DE DI NAVA WESAYÎTA LEŞKERÎ DE JI DAYIK BÛM’

Şadiye Îsmaîl Elî (Êwe) têkildar serpêhatiya xwe ya dema jidayikbûnê ji ANF’ê re axivî û got; “Di dema proseya Enfalê de gundê me jî li ber pêla Enfalê ket û wê demê ez di zikê dayika xwe de bûm. Piştre di rê de dema malbata min di nava wesayîa barhilgir ya leşkerî ya bi navê Êwe de bûn, ez ji dayik dibim û ji ber wê jî vê nasnavê ji bo min bikar tînin. Di wê pêvajoyê de dayik, bav, dapîr û bapîrê min dikevin ber pêla enfalê û piştî ku em bi qasê hefteyek li baregehk leşkerî ya li navçeya Leylan a Kerkûkê de man. Piştre em veguastin Topizava û Nogre Selman û nêzî 7 mehan li wê derê em man. Piştî ku qonaxa heştemîn a Enfalê xelas bû, em ber biryara efûyê ketin, lê bavê min û 19 kesên din ên gundiyên me di pêla Enfalê de şehîd bûn.”

Şadiye her wiha ragihand ku pêşangehên wiha pir girîngin û diyar kir; “Bi taybetî ji bo nivşên pêşerojê ku bizanin rejîma Baas çi zilmek derheqê gelê Kurd pêk aniye.”

Şadiye rexne li desthilata herêma Kurdistanê girt û anî ziman ku heta niha ti tiştek ji bo xizm û malbatên qurbaniyên Enfal û jenosîdê nehatiye kirin.

‘WEK RIZGARBÛYIYEK Ê ENFALÊ DAXWAZA CEZAKIRINA TAWANBARAN DIKIM’

Şaiye Îsmaîl Elî (Êwe) di dawiyê de daxwaza cezakirina tawanbarên Enfalê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ez bang li hemû berpirs û aliyên pêywendîdar ên hikumetê dikim ku hemû tawanbarên jenosîd û Enfalê darizînin ku di serê hemûyan de jî Qasim Axayê Koye ku destê wî di pêla Enfalê de hebû tê.”

Li gorî belgeyan Qasim Axayê Koye serokcaş bûye ku di proseya jenosîd û Enflakirina gelê Kurd de xwedî roleke mezin bûye. Her wiha Qasim destê wî di şehîdkirina gelek pêşmergeyan de hebûye. Niha jî serokcaş Qasim Axayê Koye li navçeyên di bin serweriya PDK’ê de bi serbestî digere.

Di nava tabloyên hatibûn nîşandan de çend tabloyên ku taybet ji bo nîşandayina êş û azara qurbanî û xizmên wan hatibûn amadekirin. Yek ji wan tabloyên bi bandor tabloya jineke bi temen bû ku ew jî Meta Mehrûb bû. Meta Mehrûb 31 sal li benda zarokên xwe yên hatibûn Enfalkirin mabû, bêyî ku hêviya wê pêk bê di nava tenêtiya xwe koça dawî dike.

Nivîskarê mijara Enfal Arif Qurbanî di nivîsa xwe de derbarê Meta Mehrûb dibêje; “Dema ji Meta Mehrûb dipirsî qey tu bi tenê natirsî? Timî digot ez tenê ji yek tiştî ditirsim, ez ditirsim ku rojekê bêjin Enfal nemane, 31 sal li benda vegerîna zarokên xwe yên Enfalkirî ye ku ji Erebîstanê bêne Kurdistana Meta Mehrûb, li bilindahiya binarê Kerkûk.”

‘ENFAL PÊLEKE DIRINDANE YA FAŞÎSTÎ BÛ’

Birêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê Mihemed Seyîd jî wiha behsa pêşangehê kir, “Îro di 14’ê Nîsanê de ku roja pêla dirindane ya rejîma Baas a li ser welatiyên Kurdistanê ye, ew tawane wek sûceke mezin derheqê gelê Kurd tê zanîn, weke her sal me bi vê şêwazê çalakiya hunerî re wê rojê bibîr tînin. Îro jî bi rêya vekirina pêşangeheke hunerî ya bi tevlêbûna 30 hunermendê şêwekar ve me ew roje bibîr anî.”

‘TABLO BEHSA ÊŞA ENFALÊ Û BENDEWARIYÊ DIKE’

Seyîd jî bal kişande ser tabloya Meta Mehrûb û diyar kir; “Tabloyên pêşangehê behsa êş û êşkenceya li qurbaniyên Enfalê hatî kirin dikin. Yek ji wan tabloyan jî tabloya Meta Mehrûb e. Ew jin 3 kurên wê ligel 12 endamên din ên malbata wê hatin enfalkirin. Meta Mehrûb bi tena xwe li gund dima, ji ber ku nedixwest bîranîna zarokên xwe biterikîne. Yekane hêviya Meta Mehrûb ev bû ku bi zarokên xwe re şad be. Mixabin sala 2019’an koça dawî kir û hêviyên xwe bi xwe re bir. Wê jinê ewqasê bi êş behsa êşa bendewariya xwe kiriye. Tabloya Meta Mehrûb ji aliyê mamoste Samî Seidullah ve hatiye xêzkirin ku behsa bendewariyê dike. Piştî ku Meta Mehrûb wefat kir, cenazeya wê li gundê wê hat veşartin.”