Li Kerkûkê ji bo 4’ê Nîsanê şitil hatin danîn

Li Bajarê Kerkûkê bi danîna şitilan 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Îro êvarê saet 15:30’an li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) û alîkariya jinên Kerkûkê, bi boneya 73. Salroja Jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya merasîma pîrozkirina vê rojê li baxçeya li taxa Rehîmavayê şitil hatin çandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştre daxuyaniya RJAK’ê ya ji bo 4’ê Nîsanê hat xwendin.

Endama RJAK’ê Zêrîne Tacedîn li ser navê rêxistinê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em tevgera jin roja jidayikbûna Serok Apo destpêkê li gelê Kurd, jina Kurd û hemû dostên xwe pîroz dikin. şehîdên 4’ê Nîsanê sembola dilsozî û welatparêziyê ne, em wana bi rêzdarî bibîr tînîn. Jidayikbûna Serok Apo ji bo jinan xwedî wateyek mezin e û mizgîniya jiyana azad e.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd ku bi salan bê nasname bû bi hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wateya xwe peyda kir û dest bi têkoşîneke berfireh kir û wiha hat domandin, “Di heman demê de Serok Apo bi wesîleya hebûna nasnameya Rojhilata Navînî jî gelê Kurd di meydana 50. Salvegera cejna Newrozê, gelê Kurd ev peyame da ku Serok Apo bi awayê fîzîkî azad bikin û di Newroza pêşerojê de di nava xwe de bibînin. Em Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê peyamê didin Rêber Apo ku tecrîda li ser Serok Apo bişkînin û heta dawiyê berxwedaniyê bidomînin, Serok Apo bi awayê fîzîkî azad dikîn û têkoşîna xwe berfirehtir dikîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser wateya salroja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd ji bo Kurdan û hate gotin, “Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana dehan sale karî gelê Kurd ji tunebûnê biparêze, pîroz be roja jidayikbûna te ey sembola azadiyê, pêwîste hemû Kurd ji bo azadiya sembola azadiya mirovatiyê bikeve nav xebateke topyekun û rêya ku Rêber Apo ji bo gihîştina jiyan û vîneke azad û roja berxwedan û şoreşê diyar kirî bidomînin. Ev roja pir biheybet li hemû mirovatiyê pîroz be.”

Piştî daxuyanî hat xwendin endamê Meclîsa Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê Omer Hacî Hisên axivî û ragihand: “Jidayikbûna Rêber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest jidayikbûna vîna nû ye. Rêber Apo ji bo hemû azadîxwazan azadî, îrade û bawerî ye. Em jî îro vê rojê li hemû azadîxwazên cîhanê bi giştî û bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Piştre beşdarên merasîmê ji bo çandina şitlên ku ji bo 4’ê Nîsanê amadekiribûn bera xwe dan baxçeya li taxa Rehîmava û li wir şitil çandin. Merasîm piştî çandina şitilan bi gerandina govendê bidawî bû.