Li Kerkûkê gorên gerîlayên PKK’ê û YPG’ê hatin ziyaretkirin

Komîteya Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, bi boneya roja erefatê li Kerkûkê çûn serdana gorên şehîdên PKK’ê û YPG’ê.

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê û malbatên şehîdan, bi boneyar roja erefatê li Kerkûkê çûn serdana gorên şehîdên PKK’ê û YPG’ê.

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, malbatên şehîdan û endamên Ciwanên Welatparêzên Şoreşger çûn serdana gorên şervanên PKK’ê û YPG’ê yên ku di dîrok û cihên cuda de şehîd ketine û li Kerkûkê li Goristanên Pêncew,, Şêx Mihyedîn û Rahîmava hatine definkirin.