Li Kerkûkê eniya Tirkmenan êrîşî gel kir

Rêveberiya giştî ya polîsên Kerkûkê di derbarê birayê serokê eniya Tirkmen Erşad Salihî, Turkêş Salih biryara girtinê derxist da yê ku welatiyeke Kurd birîndar kiribû.

Rêveberiya giştî ya polîsê Kerkûkê ji bo birayê serokê eniya Tirkmen Erşad Salihî, Turkeş Salihî biryara girtinê da. Turkêş Salihî şevê din gule bi ser welatiyên Kurd de barand û di encamê de welatiyeke Dûgyan birîndar bûbû.

Eniya Tirkmenên Iraqê li Kerkûkê ku di hilbijartina parlamentoya Iraqê de deng winda kirine. Beriya du rojan jî eniya Tirkmen bi çekan ve çûn li ber avahiya parêzgeha Kerkûk û beşek ji berpirsên eniya Tirkmen daxwaz kirin ku hilbijartin bê betal kirin yan jî 7 kursiyan bidin eniya Tirkmenan û heke ev tişt pêk neyê wê serî li hêzên leşkerî bidin û gule bi ser welatiyan de berdin.