Li Kerkûkê di protestoyan de 4 ciwanên Kurd hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşa hêzên ewlekariyê yên Iraqê yên li ser Kurdên li Kerkûkê, ku çalakiya şermezarkirinê lidar dixistin, 4 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê, li dijî girtina rêya bejahî ya Kerkûk-Hewlêrê ku Eniya Tikrmen û komên Sûnî yên Selefî pêk anîn, di 2'ê Îlonê de Kurdan xwepêşandaneke şermezarkirinê lidar xistin. Bîlançoya vê çalakiyê giran dibe.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di êrîşa hêzên ewlekariyê yên Iraqê de ku bi fîşekên rastî êrîş kirin, 4 ciwanên Kurd Hawkar Ebdullah, Hisên Sabîr, Heval Star û Hawrê Ekber jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê ragihand kup iştî bûyerên li Kerkûkê rû dan, li navenda bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Ketin û derkretina hemû kolanên li Kerkûkê hate girtin. Qedexeya derketina derve sibeha 3'ê Îlonê bi dawî bû. Li Kerkûkê rewş bêdeng e.

Tê payin ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî îro bi parlamenterên Kerkûkê re rûnê. Di hevdîtinê de wê bi nûnerên hemû pêkhateyên Kerkûkê rewşa dawî bê nirxandin.