Li Kerkûkê ciwanan êrîşa PDK û AKP'ê ya li ser Şengalê şermezar kirin.

Ciwanên Kerkûkê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Azad ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan li Kerkûkê meşek lidarxistin û banga xurtkirina tekoşînê li dijî çeteyan dan.

Piştî meşê daxuyaniya Tevgera Ciwanan ji aliyê Hawrê Ferîdûn ve hate xwendin û wiha hat gotin; "Em bi tundî êrîşa çeteyên PDK û AKP'ê ya li ser Şengalê şermezar dikîn. Bila hemû kes bizanin em ê dijî vî şerî bisekinîn. Em ê ji niha û pêve dakevin qadan û çalakiyan xwe bidomînin. Em li vir dixwazin vê ji gelê xwere bibêjin. Ger li pêşiya îxanetê neyê girtin ne gengaze ku gelê Kurd azad bibe. Ji bo wê pêwîste hemû kes li pêşiya vê îxanetê bisekine. Eger gelê me bi şêweyekî bihêz li dijî vê îxanetê bisekîne wê hemû komplo vale were derxistin. Di van rojên ku em di salvegera Raperinê dene pêwîste gelê me dijî vê îxanetê bisekine."

'ÊRIŞÊN ÎXANETÊ'

Li ser navê Rêxistina Tevgera Azadî ya bajarê Kerkûkê Hacî Nuredîn axivî û got: "Me her dem di pêvajoyekî wiha hesas de banga lidarxistina Kongreya Netewî kir. Lê belê hinek hêz destûr nadin vê yekê. Wan hêzan îro êrîşa li ser Şengalê dan destpêkirin. Li gorî me ev ne şerê Birakujiyê ye. Ev şerekî diyar, yê îxanetê ye. Ev şerekî bi destê rêveberiya çeteyên faşîst yên dewleta Tirk tê kirine."