Li Kerkûkê bi wêneyan şehîdên Kurd ên Feylî hatin bîranîn

Li bajarê Kerkûkê bi boneya roja şehîdên Kurd ên Feylî ango salvegera komkujiya weguhaztina Kurdên Feylî ku 4’ê Nîsanê ye pêşangehek a wêneyan hat vekirin.

Sala 1924’an yasaya nasnameya Iraqî ji bo dabeşkirina li ser bingehê ayînî û netewe ya gelên Iraqê bi sê beşan zext çêkir. Ji ber ku Kurdên Feylî Şîî bûn, ji bo nasname ew wek Îranî hatin pênasekirin, lewma her tim bûne armancê êrişên desthilatdarên Iraqî.

Sala 1968’an piştî hatina rejîma Baas li ser desthilat Kurdên Feylî bi pêleke tûnd a surgunkirin û îmhayê re rû bi rû hatin. Di destpêka salên 1970’ê rejîma Baas a berê nêzî 40 hezar Kurdên Feylî bi hêceta ku Îranî ne surgunê Îranê kir. Di berdewamiya wê siyaseta li hemberî Kurdên Feylî de sala 1980’ê li gorî biyara 666’an mafê hemwelatîbûnê li wan hate standin. Vêca dest danîn bi ser mal û milkên wan.

Bi zewtkirina jinan, kuştina mêr û zarokan ku di dîrokê de mînakên wê kêm tê dîtin, gelek êrişên tund û dirindane li ser wan dihat kirin. Di wê pêvajoyê de serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên bi biryareke nû derket ser dika desthilatiyê. Biryar da ku ev zilamê ku Iraqî ye û hevsera wî Feylî be, di berdêla 4 hezar dînar ku eger zilam leşker be û eger sivîl be di berdêla 2 hezar û 500 dînaran de divê ji hev veqetin.

Li gorî bîlançoya Xaça Sor û Heyva Sor  a navnetewî 400 hezar welatiyê Feylî ji ber kuştin û surgunkirina wan, bûne qurbaniyê rejîma berê ya Iraqê. Sala 2006’an yasaya nasnameya Iraqî biryara 666’an a sala 1980’ê betal kir. Ji ber vê yekê hin ji Kurdên Feylî karîn mafên xwe bidest bixin.

Îro êvarê bi amadebûna kesayetiyên ji pêkhateyên cuda û aliyên bajarê Kerkûkê li taxa Sahey Teyran li baregeha Yekîtiya Kurdên Feylî li bajarê Kerkûkê di çarçoveya nêzîkbûna roja Şehîdên Kurd ên Feylî de pêşangehek a wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên şehîdên Kurdên Feylî hat nîşan dan. Beriya merasîm destpê bike ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştre rê û resmên olî hatin kirin. Pêşangeh bi  qasê 2 saetan dewam kir.

 Berpirsê Yekîtiya Kurdên Feylî şaxa Kerkûkê Hacî Dawûd Eshed derbarê bîranîna vê rojê ji ANF’ê re axivî û got, “Bîranîna roja Şehîdên Kurd ên Feylî li cîhan û Iraqê her sal tê lidarxistin. Lê li bajarê Kerkûkê ev cara duyemîn e. Îro me bi vekirina vê pêşangehê komkujî û surgunkirina Kurdnê Feylî bibîr anî bê ka Kurdên Feylî li welatên xwe hatin derxistin û bi darê zorê ber bi Îranê ve hatin surgunkirin. Rejîmên nû yên Iraqê her wiha di salên 1975, 1982, 1986 û 1991’an li tevahiya wan salan de pêla qirkirina Kurdên Feylî pêkanîn û dest danîn bi ser hemû mal û heyînên Kurdên Feylî. Her wiha rejîma berê ya Iraqê nasnameya Kurdên Feylî ji wan standibû.”

Eshed di dewama axaftina xwe de diyar kir, “Em bi şehîdên xwe serbilind in û ji her du hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku mafên Kurdên Feylî bidinê.” Eshed her wiha da zanîn ku hê jî li Bexda û Iraqê rê nadin wan ku milk û erd bikirin.

Hacî Dawûd Eshed di dawiyê de destnîşan kir ku ew hêvîdarin hemû netewe, pêkhate, mezheb û bîr û baweriyên cuda bi azadî bihevre bijîn da ku careke din komkujî neqewime û got, “Welatê me jî bigihîje asta welatên pêşketî û komkujî têde nemîne.”