Li Kelarê Herêm Mehmûd kete greva birçîbûnê

Li navçeya Kelar a Germiyanê Herêm Mehmûd li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Çirûska berxwedanê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven destpê kir, belavî her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bû. Li navçeya Kelar a Germiyanê ciwanê bi navê Herêm Mehmûd li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî bêdorveger kir.

‘HETA KU TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN, ÇALAKÎ WÊ BIDOME’

Herêm Mehmûd ku di heman demê endazyar e, banga piştgirîdayînê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li hêzên demokrat kir. Mehmûd têkildarî armanca çalakiyê ji RojNewsê re axivî û got; “Armanca çalakiya min piştigiriya ji bo çalakvanên di greva birçîbunê de û şikandina tecrîda li ser Rêberê gelan Rêber Apo ye. Çalakiya heval Leyla Guven 109 roj li pey xwe hişt. Nasir Yagiz jî bi heman armancê 96 roj in di nava berxwedanê de ye. Her wiha armanca min ew e ku ez îradeya hemû civaka azad û welatparêz bihêz bikim. Li ser vî bingehî min îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Heya ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya min jî berdewam bike.”

‘TECRÎDA LI SER OCALAN LI SER ÎRADEYA GELÊ KURD Û GELÊN HERÊMÊ YE’

Herêm bang li kesên azadîxwaz kir û got: “Ji bo bi hêzkirina doza rewa ya gelê Kurd divê her kes piştgiriya çalakiyan bikin û bê berfirehkirin. Bi heman armancê pêwîst e her kes ji bo ku tecrîd were rakirin zextê li desthilatdarên herêmê û dewletên dagirker bike. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser îradeya gelê Kurd û gelên herêmê ye.”