Li Karaguzel a HDP'î 8 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li hevseroka berê ya HDP'ê ya bajarê Mûşê Mûhlîse Karaguzel ku niha dîlgirtî ye, 8 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Hevseroka berê ya HDP'ê ya bajarê Mûşê Mûhlîse Karaguzel bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mûşê tê darizandin. Rûniştina biryardanê ya dozê pêk hat.

Karaguzel a 59 salî ku nexweş e, ji Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî doz şopand.

Heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 8 sal û mehek cezayê girtîgehê li Karaguzel birî û biryar da ku dîlgirtî bimîne.