Li kampa Çemişko şewat: Ciwanekî Êzidî jiyana xwe ji dest da

Li kampeke penaberan a li herêma Duhokê, agir bi konan ket. Di encamê de ciwanekî Êzidî jiyana xwe ji dest da.

Li kampa Çemişko ya navçeya Zaxo ya Duhokê, doh agir bi konan ket.

Li vê kampa ku di bin rêveberiya PDK'ê de ye, ji ber agir gelek kon şewitîn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di encamê de jî ciwanekî Êzidî Selah Cirdo ku ji eşîra Bilika ye, jiyana xwe ji dest da.

Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.

Lê belê ev kampa ku piraniya şêniyên wê Êzidiyên di dema fermanê de ji Şengalê koç kirine, gelek caran bi şewata konan dikeve rojevê.

17'ê Sibata 2021'ê jî agir bi konên li kampê ketibû û 3 Şengaliyan jiyana xwe ji dest dabûn.