Li Iraqê li dijî komkujiyên Tirkiyeyê bertek

Li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî Komkujiya Zaxo berdewam dike.

Li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî Komkujiya Zaxo berdewam dike. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder, Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, Rêberê Tevgera Sedir Mutqeda Sedir, Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Parlementerê Iraqê Şêrwan Duberdanî û Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî Komkujiya Zaxo şermezar kirin û gotin: “Êrîş li dijî serdestî û ewlehiya Iraqê ye. Divê tevdirên pêwîst bên girtin û giliyê Tirkiyeyê bê kirin.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ SERDESTÎ Û EWLEHIYA IRAQÊ YE’

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twîtterê Komkujiya Zaxo şermezar kir û wiha got: “Topbarana Tirkiyê ya li ser Dihokê ku di encamê de gelek şêniyên me şehîd û birîndar bûn, cihê şermezarkirinê ye, li dijî serdestiya Iraqê û ewlehiya wê ya neteweyî ye. Dubarekirina wê nayê qebûlkirin bi taybet piştî bangewaziyên rawestandina mîna van kiryarên li dijî qanûnên navneteweyî û rêgezên cîrantiyê.”

‘DIVÊ GILÎ LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN’

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê banga helwesteke neteweyî li Iraqê kir û got: “Divê Iraq bi awayeke fermî giliya Tirkiyê bike û civaka navneteweyî ji binpêkirinên Tirkiyeyê berpirsyare.”

‘BI YEK DENGÎ LI DIJÎ ÊRÎŞAN RAWESTIN’

Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê Komkujiya Zaxo şermezar kir û bang li hêzên siyasî yên Iraqê kir ku bi awayeke yekgirtî li dijî êrîşên Tirkiye rawestin.

Ebadî ji hikûmeta Iraqê xwest bi awawayeke fermî gilîya Tirkiye bike û got: “Civaka navneteweyî di ber van binpêkirinên Tirkiyeyê de berpirsyar e.”

Rêberê Tevgera Sedir Mutqeda Sedir jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û xwest rêya hewayî û bejahî yên Iraqê ji Tirkiyeyê re bên girtin. Sedir di peyama xwe de xwest, têkiliyên dîplomasiyê ligel Tirkiyeyê werin kêmkirin.

‘ÊRÎŞ GEFA LI DIJÎ WELATIYÊN ME NE’

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî li dijî Komkujiya Zaxo daxuyaniyek da û wiha got: “Ev êrîş gefek aşkera ye li ser ewlehiya sivîlan. Di encama êrîşa dewleta Tirk de gelek welatiyên me şehîd û birîndar bûn. Êrîşên Tirkiyeyê ewlehî û aramiya gelê Iraqê hedef girtiye. Ev binpêkirina peyman û yasayên navdewletî ye. Em ê divê derbarê de helwesta xwe ragihînin.

Di asta herî bilind de wê bersiva Tirkiyeyê bê dayîn. Ewilî wê serî li Encûmena Asayîşê were dayîn, her wiha wê hemû tevdirên ku biryar li ser hatine dayîn werin girtin.”

‘DIVÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYÎN’

Parlementerê Iraqê Şêrwan Duberdanî jî Komkujiya Zaxo şermezarkir û got: “Divê bersivek hêjayî parastina rûmeta Iraqê ji bo Tirkiyeyê bê dayîn.”

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî derbarê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê de xwest hikûmeta Iraqê tevdirên pêwîst ji bo parastina xaka Iraqê bigre.