Li Hîzanê qedexeya derketina derve

Li Hîzanê ya Bedlîsê li 5 gund û 6 mezrikan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li 5 gund û 6 mezrikên Hîzanê ya Bedlîsê bi hinceta operasyonê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Walîtiya Bedlîsê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gundên Arpali, Bagişli, Agaçli, li mezrikên Receplî, li mezrika gundê Akşar Aşagikilavuzê, mezrikên Yukariklavuzê, li gundên Uçdîrek, Kuplu, Kanigolu û mezrikên wan 30'ê Cotmeha 2018'an Sêşemê ji 18.00'an û wir ve di navbeyna 18.00'an û 07.00'an de qedexeya derketina derve hate ragihandin.