Li Hezexê 2 zarok birîndar bûn

Li Hezexê, ji ber teqîna cismekî li nêzî qereqola jendermeyan 2 zarok birîndar bûn.

Li gundê Kiwexê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, Sercan E. (15) û Mûrat E. (15) ku li sewalên xwe yên windabûyî digeriyan, ji ber teqîna cismekî birîndar bûn. Sercan û Mûrat E. ji aliyê kesên li derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Malbatê diyar kir ku cihê teqîn lê bû, nêzî Qereqola Jendermeyan a li gundê Kiwexê ye.

Zarokên ku ji çonga xwe birîndar bûn, li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Hate ragihandin ku jendermeyan li ser teqînê îfadeya zarokan girtine.