Li hewşa mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil hate çandin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li hewşa mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil çand.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 73'an, şitla hinarê çandin.

Dayikên Aştiyê li hewşa mala ku Ocalan lê ji dayik bûye li hev kom bûn. Mehmet Ocalan pêşwazî li mêvanan kir. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDPîê jî di dema çandina şitla dara hinarê de amade bûn.

Dayikan li baxçe şitil çand û li çepikan dan û tîlîlî kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hadlê Ogûr di dema çandina şitlê de axivî û got, "Me ji bo rojbûna birêz Ocalan li hewşa mala wî dar çand. Me dara hinarê çand. Hinar xêr û bereketê tîne. Em dixwazin ev şitil ango dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan. Dema ku birêz Ocalan azad bû bila fêkiyên vê darê bixwe."