Li Hewlêrê koma nû dest bi greva birçîbûnê kir

Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan bi komeke nû ya ku dest bi grêvê kirî didome, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger a Nasir Yagiz di roja 47'an de didome.

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ya bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe kete roja 47'an, çalakî bi greva birçîbûnê ya koma 24'an didome.

Basê Brahîm got Kurd bi salan in li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst têdikoşin û domand, ''Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome berxwedana me heta dawiyê wê bidome. Li dijî tecrîdê divê kes bêdeng nemîne, divê her kes li dij derkeve. Li çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd bi yekîtiyê divê li dijî êrîşan û tecrîdê raweste.''

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ev 47 rojan bi tena serê xwe didomîne.