Li Hewlêrê greva endamên Meclîsa Îştarê di roja 6’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê di roja 6’an de bi biryardarî didome.

Jinên endamên Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30'ê Çileya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kirin, duh koma 2’an çalakî dewr girt.

Di roja 5’an a çalakiyê de endamên Meclîsa Îştar bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re li avahiya wan civiyan.

4 jinên din ên endamên Meclîsa Îştarê beşdarî çalakiyê bûn, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn û çalakgera greva birçîbûnê Leyla Îlhan çalakiya xwe didomînin. Greva birçîbûnê bêdawî-dorveger e û her 5 rojan endamên nû beşdarî çalakiyê dibin.